Kurdoloji ü Malbata Celilan; Hevpeyvin bi Celile Celil ü Cemila Celil Ra
ISBN: 9786055279653
Okuma Durumu
Kitap Hakkında
Kitêba Metin Yüksel, "Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan / Kurdolojî û Malbata Celîlan / Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra" di nav weşanên Avestayê de derket.
Ev kitêb ji sê hevpeyvînên dûr û dirêj bi dîrokzanê navdar û pisporê zargotina kurdî Celîlê Celîl û muzîkolog Cemîla Celîl pêk tê. Ev hevpeyvîn ji destpêka sedsala 19an heta hilweşîna Sovyêtê, rewşa kurdolojiyê li Rûsyayê didin ber çavan. Her weha di vê kitêbê de gelek pirs û mijarên girîng li ser edebiyat, dîrok û zargotina kurdî li Sovyêtê ciyê xwe digirin. Rojnameya Riya Teze û Radyoya Yêrêvanê bi bîranîn û xebatên girîng û balkêş ên Malbata Celîlan tê ber destê xwendevanan. Girîngiyek vê pirtûkê jî ew e ku tevî gelek foto û tabloyên dîrokî yên neçapkirî ve tê xurtkirin. Ev kitêb ji bo xwendevan û lêkolînvanan wê bibe çavkaniyek girîng derheqê tarîxa kurd û kurdolojiyê li Sovyêtê.
"Kurdbûna me, kurdnasîn û neteweperweriya me di navbera çar dîwarê apartamênta me ya ser hijmara 6an bû, li ser Kolana Weşengîra, Xaniyê hijmara 3ya koka xwu avêt. Qinyata kurdbûnê me ji dê û bavê xwu, hevkar û dost û xêrxwazên xwu yên mêvanên kurd distand." Celîlê Celîl
Yazar
Yazar
Metin Yüksel
Profili Görüntüle
3 kitap
Değerlendirmeler (0)
Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız
Giriş YapHenüz değerlendirme yapılmamış
Okuyanlar (0)
Henüz kimse bu kitabı eklememmiş