Li pey qedereke winda: Gulên Şoran; Şahesereke edebiyata kurdî

Li pey qedereke winda: Gulên Şoran; Şahesereke edebiyata kurdî

ISBN: 9786055279202

Okuma Durumu

Kitap Hakkında

Avesta, yekem romana Eta Nehayî, şahesereke edebiyata kurdî pêşkêş dike: Li pey qedereke winda: Gulên Şoran. Roman ji aliyê Besam Mistefa ve ji soranî bo kurmancî hatiye wergerandin. Las, nuxuriyê Wisû Axa, piştî pazdeh salan û di salvegera mirina xwe de vedigere. Gund eynî gund e, mal eynî mal e. Li deriyê hewşê dide. - Ew kî ye? - Las, kurê vê malê. Pîrejinê serê xwe hilda û li bejn û bala wî nerî. Ji tiliya piyê wî ya mezin heta serê wî. Hingî nerîna xwe guhast ser sîbera wî ya dirêj bi dîwarê pişt derî ve. Sîbera Las sê caran şikestibû. Ya yekê di hêla di navbera erd û dîwêr de. Ya duyem di nava deriyê vekirî yê odeya li hember wê odeyê heta ser sînga wî sîbera wî daqurtandibû. Ya sêyem li hêla banê odeyê. Pîrejinê rûyê xwe tirş kir. Dibe ku di ber xwe de gotibe: - Ev zilamê xwar û zirav kî ye? - Tu min nas nakî? Las im, kurê mezin yê Wisû Axa. Kurê te.

Değerlendirmeler (0)

Değerlendirme yapmak için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz değerlendirme yapılmamış

Alıntılar (0)

Alıntı eklemek için giriş yapmalısınız

Giriş Yap

Henüz alıntı eklenmemiş

Okuyanlar (0)

Henüz kimse bu kitabı eklememmiş