Mırın
ISBN 9789944581712
Yayınevi Aram Yayınları
Yazarlar Evdile Koçer (author)
Kitap Tanıtımı Quamndaré çavsor, bûbû wekî pizoté agir, mîna dûpişkan her di derdora me re digeriya. Piştî kêliyek din ji muxtaré gundé me re çend gotinén nexweş kirin û berê xwe da cîpa xwe ya eskeriyê. Ji paşiya cîpé telîsek derxist û bi giraniya xwe ve ber bi me ve hat. Te digot qey dê hin tişt nîşanî me bikiran. Telîse spî réveçûneke xweşhal ve hanî û hema yekcar vala kir ber nigê me... Xwedayooooo! Ev çi bûn? Yek, du, sé, çar... Çar seriyé mirovan... Eré eré, çar seriyé mirovan ên jékirî, wekî gogan ketin ber nigé me... Em hemû gavek bi paş ve vekişiyan, lé eskerén li pişt me nehiştibûn. Qerîna keçikeke biçûk, hê jî di ber guhê min de ye. Diya min bi dengekî nizm, "Bismilaaa... Neiz#ubilaaa..." got. Jinikekê ji nişka ve bi heylohawarê ve xwe avêtibû ser seriyekê. Min bawer dikir ku ew serî serîye kurê wê be. Axîn û hawara wê dilê me sewitanbibû: "Xwedêêêê mala bavê we bişewiîne...! Xwedêêêê tifika we biterimirîne...! Axxx lawooo birawoooo... - Ji çîroka Guhar (Arka Kapak)