Şaristani u Nijadperesti
ISBN 9789944222679
Yayınevi Aram Yayınları
Yazarlar Osman Çelik (author)
Kitap Tanıtımı Li ser daxwazen perwerdehiya bi zimane kurdi, Serokwezir Recep Tayyip Erdoğan gotibu, "Perwerdehiye bi zimane zikmaki nabe!" Pişti Serfermandare Arteşa Tirk li hember perwerdehiya bi kurdi derket, Cigire Serokwezir Bülent Arınç ji, heqaret li zimane kurdi kir, got "Zimane kurdi ne ziimane şaristaniye ye ku perwerdehi bi kurdi bibe, ji bo ve yeke dive perwerdehi bi zimane tirki be" Di ve pirtuke de niviskar li pey pirsan ketiye. Gelo ziman, çand, şaristani çiye? Gelo asimilasyon, dagirkeri, nijadperesti çiye, çawa te meşandin? Gelo şaristaniyeke ku tirkan ava kiriye heye u bi rasti ji zimane tirkı zimane şaristaniye ye, an zimaneki ji vir u wir hatiye berhevkirin e? Niviskar xebata xwe weha diqedine. "Gele kurd, bi hezaran salane ku li ser ve axa ku, buye çavkani u derguşa; dirok, çand u şaristaniya dinyaye, di haleki trajik de dijin. Ev rewş çiqas dilşewitin be ji, gele kurd bi gelen ku li ser ve axe dijin u yen ku di diroke de li ser ve axe jiyane, bi hevre, miratgiren esli yen ve çand u şaristaniye ne u bi ve şanazi u esalete dijin. Disa ji dive be zanin ku gele kurd xwe raseri gelen din en dinyaye nabinin, nakevin rewşa kemketiyen nijadperest."